20 April 2026 - 22:02
Source: kmr.abna24.com
Şêweyên Cîhad û Berxwedanê di Dûaya Çardehem a Sahîfeya Seccadiye de

Dûaya çardehem a Sahîfeya Seccadîye, ku piştî tekiyên (taktîdên) serokê mucahid û rêberê şehîd wekî 'Dûaya Nasrê' di civakê de hatiye naskirin, şêweyên cîhad û berxwedanê yên ku ji nû ve xwendina wê ya dubare, di her demî de dikare erkên mirov di her serdemî de ji mujahidan re hîn bike, ronî kiriye."

  • Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlul Beyt (s.x) - ABNA - Tekîda (pêşniyaza) Rêberê Şehîd  ê Şoreşa Îslamî yê Hezretê Ayetullahê Uzma Xameneî li ser xwendina Sureta Feth, Dûaya 14 ê Sahîfeyê û Dûaya Tewessul wekî dûa ji bo piştgirîkirina ji Eniya Berxwedanê û serfiraziya ummetê di şerê bi dijminên Emerîkî û Siyonîst re, ji nû ve xwendina wan a van dûayan kir sedemek pêwîst, da ku erkên her kesî di vî serdemî de bêne diyarkirin.
  • Di dûaya çardehem a Sahîfeya Seccadîye de, bi qasî 20 daxwaz ji Xwedayê bilind re tên kirin ku beşek piçûk ji van daxwazan, ji bo tunekirina zilmê an bêhêzkirina zalim e. Gelek beşên vê dûayê, erkên her kesî di dema rûbirûbûna bi dijminan re diyar dikin. Erkên ku divê herî kêm ew be ku dûa xwendin ji bo tunekirina dijminan be û herî zêde jî divê bikaranîna her amûra gengaz û rewa ji bo rûbirûbûna bi dijminan re, li gorî her dem û cîhî were hesibandin.
  • Nêrîna tewhîdî (yekxwedayî) li zilmê di nav avahiyeke dinê de, digel pêwîstiya çalakiyên guncaw ji bo rakirina zilmê bi her amûra gengaz û rewa, li kêleka baldayna bi hîkmetên Xwedayî û tekîda li ser zilmnekirina bi kesên din heta bi zaliman jî, ji xalên dûaya çardehem a Sahîfeya Seccadiye ye.
  • Lê heke bixwazin, bi nêrînek li kapasîteya vê nivîsê, tenê beşek ji wan a rastiyên vê dûayê bişopînin, divê bêje: Di dûaya çardehem a Sahîfeya Seccadîye de, erkên diyarkirî ji bo giştî xelkê hatine destnîşankirin, da ku her kes di her paye û pile û bi her hêz û karîgeriyekê de, li kêleka hemû erkên ku di aliyên cuda yên leşkerî, siyasî, çandî û raveker de hene, divê bala xwe bide van erkên pirjimar:
  • 1. Razîbûn, rêberî û bikaranîna baştirîn rêbaz di çalakiyê de
  • Di beşa 13 ê dûaya çardehem de ji Xwedê bi vî awayî hatiye daxwaz kirin:
  • "Xwedayê min! Li ser Muhemmed û malbata wî silav bêşîne, û min li ser qebûlkirina tiştê ku te ji bo min û li ser min qedera kiriye, serfiraz bike, û min bi tiştê ku te ji min û ji min re girtiye, razî bike, û min ber bi rêya ku rasttir e, rêberî bike, û min bi tiştê ku ewletir e, bixebitîne."
  • "Biserfiraziya min li qebûlkirina tiştê ku te qedera kiriye" - qebûlkirina qederên Xwedayî, û "razîbûna min" bi qeza û qedera Xwedayî, "rêberiya min ber bi biryara herî qayim" , û "alîkariya min" ji bo çêtirîn bicîhanîna her erkî di her serdemî de li gorî şert û mercên dem û cîhî - ji pîvanên herî girîng ên daxwazan ji Xwedê re û herî zelal ên erkan di serdema şerê bi dijminan re ne.
  • Diyar e ku di her şerekî de, dibe ku bûyerên nelipêşbînî rû bidin, ku qebûlkirina wan û razîbûna bi tiştê ku diqewime beşek ji nêrîna tewhîdî ya bûyerên dinê ye. Bêguman, şehîdbûna "Rêberê Şehîd"* bêtirîn bûyera tal a di şerê Remezanê de bû, ev bûyera tal, li kêleka şehîdbûna komek din ji fermandarên siyasî û leşkerî, mînakên van bûyerên nelipêşbînî di şerê Remezanê de bûn. Lê mirovê bawermend tu bûyerekê li dinê ji derveyî hêz, meşiyet û hîkmeta Xwedeyê Rehman nizane û bi vî awayî di rûbirûbûna her bûyerê de, tenê bi razîbûna Xwedê difikire û ji bo wê çalakiyê dike. Ev hewldan jî pêwîstî bi rêberiyê ji bo biryara herî qayim û daxwazê ji Xwedê re ji bo bikaranîna karîgeriyan di "Ewletir" de, ango baştirîn û saxlemtirîn rêbaz, heye.
  • 2. Mercê berxwedanê: niyeta rast û sebira domdar
  • Diyar e ku ev razîbûna Xwedayî li kêleka biryarên "qayim" û hewldanên "ewletir" pêwîstî bi "niyeta rast" û "sebira domdar" heye, her wekî ku di beşa din a vê dûayê de hatiye:
  • "Û min ji aliyê xwe ve bi niyetek rast û sebirek domdar yarî bike."
  • Bi vê nêrînê bû ku di dîtina Rêberê Şehîd de, şerê di navbera mucahidan û mustekbiran de, "şerê iradetê (biryardariyan)" hate binavkirin, da ku her kes bizane ku di vî meydanî de yê ku "hêvîdartir, rastgoytir û bisebrtir" be, serfiraz e.
  • Ev rêbaz di berxwedan û cîhadê de, mirov ji her cure biryardanên derveyî tedbîrên aqilmendane an dîndarane dûr dixe, her wekî ku ji Xwedê di beşa din de bi vî awayî daxwaz dike:
  • "Û min ji xerabiya xwestekê (arezûya ne rewa) û bêhediya xwedan çavbirçîtiyê biparêze."
  • Rastîbîna li meydanên şer û siyasetê, digel nedan zanîna daxwazên bêaqil wekî encama şer, dikare sembolek ji dûrketina mirov ji "xwestekên neguncaw" an "çavbirçîtî û daxwazên zêde" be.
  • Nivîskar: Seyîd Elî Esxer Huseynî / ABNA

·


  • Dawiya peyamê
    Etîket: Şerê Remezanê, Dûaya Çardehem a Sahîfeyê, Sahîfeya Seccadîye, Rêberê Şehîd ê Îranê

Your Comment

You are replying to: .
captcha